Bazidli Muro & Bazîdli Fero – Hecî Lyrics


Song language: Kurdish

Bazidli Muro & Bazîdli Fero – Hecî Lyrics

Gotinên Stranê / Şarkı Sözleri
Nan û pîvaz tirşika
Hecî çuye qirşika
Ne eybe şerme hecî
Xwe neke nav keçika
Tu buyî heftê salî
Xwe neke nav keçika

Wa nayê nayê nayê
Dengê hecî dernayê
Por spî çav nabîne
Ketiye tayê dinyayê

Wa hecî tu nezanî
Derdê dila nezanî
Keyf û henekan dikî
Xwe diki hevde salî

Wa nayê nayê nayê
Dengê hecî dernayê
Por spî çav nabîne
Ketiye tayê dinyayê

Diran nemaye dêv de
Taqet nema çokê de
Ketiye ser govendê
Milê keça axê de

Wa nayê nayê nayê
Dengê hecî dernayê
Por spî çav nabîne
Ketiye tayê dinyayê